Tariq Haşimî: Bila Nûrî Malikî Were Darizandin
Haşimî di peyamekî de ku, li Tirkiyeyê pêşkêşî Gelên Îraqê kir eşkere kiriye ku, Nûrî Malikî bi başî dizane ku, Rejîma Beşar Esed xwedan peyvendiyên gelek başe bi tevgera Terorîstî ya Elqaêdeyê re lê Malikî bi her awayî piştgîriya Esed û Rejîma vî dike.
Çavkanî eşkere kiriye ku, hevpeymaniyeke gelek bihêz di navbera Malikî û Esed de heye û destê Esed di kuştina welatiyên Îraqê de heye lewre pêwîste Malikî bi tawana hevkarî kirin û piştgîrî kirina Esed were darizandin.
Kurdistantv
