• Saturday, 07 February 2026
logo

Saziyên Civaka Medenî Û Aliyên Siyasî Piştgîriya BDP Dikin

Saziyên Civaka Medenî Û Aliyên Siyasî Piştgîriya BDP Dikin
Piştî li dar xistina metînga Diyarbekirê ji aliyê BPDê ve û êrîşên hêzên ewlekarî bo ser metîng û Xwepîşanderan û birîndar kirina hijmareke zêde Xwepîşander û Parlementerên Kurd yên BDPê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê ve, part û aliyên siyasî yên Kurdî û saziyên medenî dest bi protesto kirina êrîşên han kirin.

Evro li Amedê hijmareke zêde saziyên medenî û part û aliyên siyasî presskonferanseke hevbeş organîze kirin û di vê presskonferansa han de hevdem ligel şermezar kirina êrîşên hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê piştgîriya xwe bo BDPê jî diyar kirin.

Kurdistantv
Top