• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokatiya Kurdistan: Proseya stendina baweriyê ji Malikî bidawî nebûye

Serokatiya Kurdistan: Proseya stendina baweriyê ji Malikî bidawî nebûye
Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, diyar kir, proseya lêpirsîna li serokwezîrê Iraqê têk neçûye û didome.

Fuad Husên, got, proseya lêpirsîna li serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî didome û têk neçûye, lê prose diçe parlamentoyê û wê çaxê dê diyar bibe ka dengên pêwîst bo stendina baweriyê ji Malikî heye yan na ku ev jî pêwîstî bi biryara siyasî heye.

Husên, diyar kir, Herêma Kurdistanê naxaze li Iraqê alozî hebe û em jî aloziyê çênakin, jixwe aloziya ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye çêkirin tenê dijî kurdan nîne lê li hember hemû Iraqê ye.

Fuad Husên, destnîşan kir, lîsteya Iraqiye, erebên sunnî û şîe bi awayekî aşkere li dijî vê aloziyê ne û hinek endamên lîsteya hevpeymaniya niştimanî jî li dijî vê yekê ne.

Li bara projeya reformê ya hevpeymaniya niştimanî ya Iraqê de jî, Husên got, em nikarin li bara wê yekê tiştekî bêjin ji ber ku projeya reformê ya wan û nêrîna wan e.

Di bersiva vê pirsê de ‘çima Muqteda Sedr ji stendina baweriyê ji Malikî vekişiyaye’, Husên, got, divê ev pirs ji wan bê kirin lê ez bawer nakim wî xwe ji vê yekê vekişandibe.

Piştî ku serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê red kir, lîsteya hevpeymaniya niştimanî, ku ji lîsteya dewleta yasa, lîsteya Sedr û çend lîsteyên din yên şîe pêk hatiye, projeyek reformê amade kir û ragihand, dê pêşkêşî hemû aliyên siyasî yên Iraqê bike.

AKnews
Top