Li Sûriyê duhî 91 kuştî hebûn
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî , 91 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, hevdem li Şama paytext şerên tund di navbera artêşa rejîmê û Artêşa Azad de dibin û ta niha berdewam in, û di encamê de qurbaniyên pir li Şamê ne.
Çalak diyar dikin ku bombebaran bi ser gelek bajaran de hîn ranewestiye û berdewam in, ew jî dibin sedema serekî ya kuştinê.
17 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 16 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
