• Sunday, 08 February 2026
logo

Îraqê ji bo binpêkirina sînor hişiyarî da Tirkiyê

Îraqê ji bo binpêkirina sînor hişiyarî da Tirkiyê
Hikûmeta Navendî ya Îraqê der barê binpêkirina di warê sînorê qada hewayî de hişiyarî da Tirkiyê.
18 Tîrmeh 2012 Çarşem 08:42

Berdevkê Hikûmeta Navendî ya Îraqê Alî El Debax di daxuyaniyeke nivîskî de hişiyarî da Tirkiyê ku sînorê qadên hewayî yên Îraqê nema binpêbike.

Debax berî vê daxuyaniyê ragihandibû ku divê Tirkiyê îxraca petrolê ji Herêma Kurdistanê rawestîne, yan dê têkiliyên Tirkiyê û Îraqê aloz bibin. Her weha hat zanîn ku balefirên şer yên Tirkiyê sînorê Îraqê derbas kirine û li asîmanê deverên gerîlayên PKK'ê lê dimînin firiyane.

Avestakurd
Top