• Sunday, 08 February 2026
logo

Serbazekî Kurdê Efrînê li Idlibê hate kuştin

Serbazekî Kurdê Efrînê li Idlibê hate kuştin
Di encama teqandina otombêleke bombkirî de li nêzî cihê nobedariya wî ya li devera Silqîn ya parêzgeha Idlibê, serbazê Kurd Xelîl Rifet Seydo digel 4 hevalên wî jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku, serbazê Kurd Xelîl Rifet Seydo yê ku, xizmeta xwe ya leşkeriyê li firqeya 18`ê dikir, ji gundê Omera ya herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê ye, tevî ku xizmeta xwe ya leşkeriyê bi dawî bûye, lê ji ber aloziya Sûriyê ew ji xizmeta leşkeriyê ne hatiye berdan.

Xendan
Top