• Sunday, 08 February 2026
logo

El-Pais:Şam bikeve Esed wê dewleta Elewî damezrîne

El-Pais:Şam bikeve Esed wê dewleta Elewî damezrîne
Cîgirê serokê Sûriyê yê berê Ebdulhelîm Xedam ragehandiye ku, Beşar Esed muşekan û çekên stratejîk dughêze vê navçeyê û tekez kir ku Esed wê li wir dewleteke nû ava bike.

Ebdulhelîm Xedam di daxuyaniyeke xwe ya digel rojnameya Îspanî ( El Pais)ê de gotiye: “Dema Şam ji bin desthilata Beşar Esed derkeve, wê li rojavayê Sûriyê li qiraxên deryayê Sipî li Çiyayê Elewiyan û bajarê Laziqiyê û Tartosê ku şêniyên wê navçeyan piranî ji Taîfa Elewiyane, Esed wê dewleta Elewî avabike.”

Xedam yê ku di sala 2005`an ji rêjîma Beşar Esed cuda bû û niha li Parîsê ye tekez dike ku, “Rêveberiya Şamê Muşekan û çekên strattejî dughêze navçeyên Elewiyan.” Her weha idîa dike ku Esed wê di demeke nêzîk de Dewleta Elewî damezrîne.

Di çend hefteyên dawî de, îstixbarata Amerîkayê ragehandin ku rêjîma Esed ew çekên kîmyawî ji cihê wê livandine lê nayê zanîn ku bi kûve birine.

Cîgirê serokê Sûriyê berê ku 21 salan cîgirê Hafiz Esed bavê Beşar bû, di daxuyaniya xwe de got: “Ya Esed wê wan çekan amade dike ku li hemberî şoreşgeran bikar bîne yan jî wan çekan dughêze navçeyê parastî.”

Xendan
Top