Ocalan hat xelatkirin
Partiya Komunîst a Efrîkaya Başûr (SACP) xelatek taybet ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan weke senbola Têkoşîna Azadiya Kurdan nas dike, da Ocalan.
Ev xelata ji bo “Naskirin/Vexwendina Taybet” a ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 13’emîn Kongreya Neteweyî ya SACP’ê ya li Ongoye ya bajarê Kwazûlû yê Eyaleta Natalê hat dayîn. Sekreterê Giştî yê SACP’ê Blade Nzimande bi boneya dayîna xelatê axivî û ji bo Ocalan got; “Şervanek şoreşger ê enternasyonal û sembola têkoşîna azadiya Kurdan e. Girtiyek siyasî ye bi awayeke zalimane di bin şert û mercên giran de di girtîgeha Tirk de tê ragirtin. Têkoşîna wî ya li hemberî emperyalîzm û mêtîngeriyê, roniya rêya aştî, demokrasî û sosyalîzmê ya gelên Rojhilata Navîn e.”
Ev xelata taybet a ji bo Ocalan ê ku 13 sal in di girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin, bi navê Ocalan ji aliyê berdevkê înîsiyatîfa “Ji Ocalan re Azad, Ji Kurdistanê re Aşitî” ya ji bo azadkirina Ocalan di qada navneteweyî de hatiye avavkirin ve hat wergirtin. Berdevk Heider xelat wergirt û diyar kir ku Ocalan rêberê Têkoşîna Azadî ya Neteweyî ya Kurdan e û bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka Kurd. Heider bal kişand ser rewşa tecrîda xirab a ku Ocalan tê de tê ragirtin û got; “Zêdetirê 11 mehan e, ne parêzer, ne malbat û ne jî tu kesî wî nedîtine. Ne telefonek û ne jî nameyek heye. Em tu agahî jê wernagirin.”
Ev xelat her sal di kongreya SACP’ê de pênç salan carekê ji bo kesên di têkoşînê de serkeftî tê dayîn. Di kongreyê de Tevî Ocalan, ev xelat dan Rêberê Kubayê Raûl Kastro, şoreşgerê enfsaneyî Ernesto Che Geavara û pêşengên SACP’ê.
Kongreya SACP’ê di 11’ê tîrmehê de dest pê kir û duh bi dawî dibe. Kongre bi beşdariya 2 hezar delege û 57 vexwendiyên navneteweyî pêk hat. SACP bi 150 hezar endamên xwe ve mezintirîn partiya Efrîkaya Başûr e.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di sala 2010 de jî xelata “Xelata Aşitiyê ya Navneteweyî” Komîteya Çalakiyên Gaziyê Têkoşîna Efrîkaya Başûr (SVAC) wergirtibû.
Rudaw
