Yawer: Kengê bixwazin emê hêzên pêşmergeyan pir çek bikin
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî daxwaz ji Emerîka kir ku di amadekarî û pir çek kirina artêşa Iraqê de lezê bikin. Malikî tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste siyaseta pir çek kirina artêşê di deshilata hikûmeta fedaralî de be.
Sekreterê giştî yê wezareta pêşmergeyan Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Li gor destûra Iraqê pir çek kirina artêşa Iraqê karekî giring e û divê bi rêya hikûmeta Iraqê ve bê kirin. Lê di destûra Iraqê de tê gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê taybetmendiyên xwe heye û li gor wan taybetmendiyan dikare mamele bike.”
Cebar Yawer di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser xala pêncemîn a maddeya 121 a destûra Iraqê kir ku tê de wiha tê gotin: “Çi tişta peywendî bi rêvebirina herêmê ve hebe, di stûyê Hikûmeta Herêmê de ye. Bi taybet jî pêkanîn û rêxistinkirina hêzên asayîşa navxwe yên herêmê yên wekî polîs, asayîş û parêzvanên herêmê.”
Sekreterê giştî yê wezareta pêşmergeyan wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Li gor vê xala destûrê, madem herêm dikare hêzên polîs, asayîş û parêzvanên herêmê hebe, pêwîste ew hêz bên pir çek kirin. Ew jî wê li gor pêdivî û daxwazên herêmê be, ne ji bo daxwazên navendê.”
Cebar Yawer got: “Wekî Herêma Kurdistanê em kengê bixwazin ji bo kirîna çek û amûrên leşkerî peymanê ligel kompaniyên cîhanê saz bikin, emê bikin. Ev jî li gor pêwîstiyên Herêma Kurdistan û para budceyê ya ji bo hêzan hatî veqetandin e. Em vê jî veşartî û bêyî agehdariya hikûmeta federalî nakin.”
Duh serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvînek ligel fermandarê navendî yê Emerîka general James Mattis de ragihand: “Çendî zû be pêdiviyên artêşa Iraqê bên amadekirin, heta bikare giringî û serxwebûna xwe biparêze.” Malikî gotibû: “Divê siyaseta pir çek kirina artêşa Iraqê bi rêya hikûmeta federalî ve be û nabe ti herêmek li gor siyaseta xwe ya taybet hêzên xwe pir çek bike.”
Rudaw
