KCK: Yekîtiya ENKS û MGRKê ji bo rojava serkeftinekî giring e
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya nivîskî ya îro weşand de diyar kir ku ew piştgirî dide yekitiya MGRK û ENKS’ê û got; “Em di wê baweriyê de ne ku ev yekitiya di encama nîqaşan de di navbera gelê me yê li vê parçeyê de ava bû û protokolên hatin eşkerekirin, dê demokratîkbûna Sûriyeyê û bidestxistina statuyek siyasî ji bo gelê me de rolek girîng bileyîze”
KCKê got; “Li rexmê hemû hewldanên mêtîngeriyê yên ji bo parçekirina yekitiya Kurdên Sûriyeyê, hemû partiyên siyasî yên Kurdan di bin banê Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê de li Hewlêrê piştî nîqaşên hate kirin, yekitî avakirin. Ev yekitiya ku ava kirin ji bo serkeftina gelê me yê li vê parçeyê pêşketineke pir girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku ev yekitiya di encama nîqaşan de di navbera gelê me yê li vê parçeyê de ava bû û protokolên hatin eşkerekirin, dê demokratîkbûna Sûriyeyê û bidestxistina statuyek siyasî ji bo gelê me de rolek girîng bileyîze. Em weke tevger piştgirî didin vê yekitiyê û dibêjin ku divê yekitiyeke wiha di navbera hemû Kurdan de pêk were.”
Rudaw
