Josette Durieu: Divê êdî dewleta Tirkiyê peymana lihevhatinê bi kurdan re îmze bike
Senatora sosyalîst a Frensî û seroka berê ya monitorig a MPKE’yê Durrieu, ji ANF re axivî û diyar kir ku wê li Tirkiyeyê gelek hevdîtin pêk anîne û ragihand ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî serî li cihên fermî dane û got ku ew bi girîngî li benda vê hevdîtinê ye.
Durrieu got; “Ji bo tevgera Kurdan jî; ez bê dudilî balê dikişînin ser navê; Birêz Ocalan heye” û berdewam kir; “Ew bi di rêveberin, beralîkirin û çalakiyên vê tevgerê de… xwedî berpirsyartiyek nayê gotûbêjkirin e, mirov nikare vê rastiyê gotûbêj bike. Jixwe ji ber van sedeman di girtîgehê de ye. Me weke raportora Konseya Ewropayê xwest hevdîtin pêre pêk bînin û ev daxwazek di cih de ye, ji bo ez bikarim vê wezîfeyê bikim, divê şert û merc bên afirandin. Ez vê yekê weke wezîfeyeke pir normal dibînim.”
Durrieu nerazîbûn û bertekên li hemberî navê Ocalan rexne kir û got; “Min fêm nekir, çima ewqas nerazîbûn û mudaxele li hemberî karanîna navek wiha û yên ku wî navî tînin ziman heye… Nexêr, nexêr.. ev yek wiha nabe. Çawa Kurd vî navî tînim ziman,hema dibin hedef.”
Durrîeu bal kişand ser van xalan : “Rastî ev e. Dewleta Tirk ya ku netewên din nas nake, êdî rastiya Kurdan, hêza wan ya mezin, ku qet qels nakevin û heta her ku diçe hêzan zêde dibe, dibîne. Rastiya Kurdan ya di daxwazên nasnameyê de dibîne. Ev daxwaza wan jî qet qels nabe. Divê ev li ber çavan bê girtin.”
Durrîeu ku kesa herî girîng ya MKPE’yê ye wiha got: “Li hemberî vê meseleyê biryara siyasî ya Tirkiyeyê jî di nav de , di her alî de divê biryara xwe bide. Ji bo ku Tirkiye bigihêje vê aramiyê ev hewce ye. Dema vê bêje, naveroka wê dê çawa be? Bi rastî ez jî nizanim. Belê bersiva wê bi min re jî tune! Lê di rastiya xwe de rêya vê ya ku dê biçe diyar e! Ev jî muzakereyên ku bi peyman û metneke nivîsî pêkan e.
Belê muzakere.. muxatab jî yên li hemberî we ne. Ev kî ne? Berpirsên kurd, nûnerên kurd in!” Durrîeu bi van daxuyaniyên xwe bi awayekî aşkere muxatab nîşan da.
Durrîeu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê zanîn, qedandina şer ji axaftin û muzakerayan pêk tê. Her wiha di pevçûnan de axaftin û muzakere ji berê de heye. Axaftin û muzakere bi dijmin re tên kirin. Ji bo ku pevçûn şer bi dawî bibin, kesên ku qet tu naxwazî bibînî, muzakereyê dikî. Li ku ma ku ev siyasî ye. Tenê çareseriya vê jî ev e. Rê û rêbaz muzakere ye. Ev bi kê re tê kirin. Bê guman bi yên ku niha li ser dikê ne re. Daxwaza min a sereke eve. Hêviya min eve bigihêje armancê.”
Durrîeu wiha pê de çû: “Em tenê ne çavdêr û şopdar in. Em di heman demê de aktor in. Li ser vî esasî divê em ji bo vê meseleyê çareseriyê bibînin. Bê niha li holê gelekî ku mafên xwe yên otonom dixwaze heye. Em nekarin wekî ku tune be tevbigerin. Ez bang li konseya Ewropayê dikim ku bila berpirsyariyê zêdetir bigire ser xwe.”
Durrîeu di axaftina xwe de destnîşan kir ku bila êdî evqas mirin çênebin û wiha got: “Mirov nekarin her tim ji bo çareseriyê mirin, şîdet û pevçûnan bidomînin. Ev ne rast e. Şîdet ranaweste. Mirov dimirin. Dema em li wir bûn jî bûyer çêbûn. Wê rojê 8 kes miribûn. Ji ber vê ez dibêjim ku bila êdî mirin çênebin. Niha ez ji bo vî welatî tenê tiştekî dixwazim. Bila mafê û derfet ji bo gelan bên nasîn.”
AKnews
