• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî Û Wezîra Bazirganî Ya Îrlendaya Bakûr Civiyan

Serok Barzanî Û Wezîra Bazirganî Ya Îrlendaya Bakûr Civiyan
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Wezîra Bazirganî ya Îrlendaya Bakûr û Konsulusê nû yê Berîtaniyayê û Konuslusê nû yê vê welatî yê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Wezîra Bazirganî ya Îrlendaya Bakûr armanca serdana xwe bo Kurdistanê ji Serok Barzanî re rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han îmze kirina peymaneke hevkarî ya di navbera Îrlendaya Bakûr û Kurdistanê deye.

Çavkanî eşkere kir ku, Kurdistanê di her warî de xwedan rewşeke baş û arame û ev aramiya han bûye sedema hatina hijmareke zêde ji kompaniyên Berîtanî û Îrlendî bo Kurdistanê û em jî weke Hikûmeta Îrlendaya Bakûr xwest bi îmze kirina ev peymana han peyvendiyên xwe yên Bazirganî bi Kurdistanê re bihêztir bikin.

Wezîra Bazirganî ya Îrlendaya Bakûr herwiha diyar kir ku, Dîrokeke hevbeş di navbera her du Gelên Kurdistan û Îrlendaya Bakûr de heye lewre em dikarin bi bihêztir kirina peyvendiyên xwe peyameke gelek girîng pêşkêşî raya giştî ya Cîhanê bikin.

Di berdewamiya hevdîtina han de Konsulusê nû yê Berîtaniyayê jî diyar kir ku, peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de di her warî de pêşkeftîne lewre pêwîste di her warî de ev peyvendiyên han hîn bihêztir bibin.

Di beşeke din ya vê civîna han de Konsulusê berê yê Berîtaniyayê yê li Hewlêrê spasiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Konsulusê nû yê welatê xwe yê li Hewlêrê jî bi Serokê Kurdistanê re da nasîn.
Top