• Sunday, 08 February 2026
logo

Rêjîma Êranê bi dehan welatiyên Kurd girtine

Rêjîma Êranê bi dehan welatiyên Kurd girtine
Li gor malpera Firat Newsê, eve demeke hêzên ewlekariya Komarî ya Îslamî ya Êranê helmetek ji bo desteserkirina welatiyên Kurd li Rojhelata Kurdistanê dest pê kiriye ku, bi dehan kes desteser kiriye.

Di çarçoveya helmeta girtinan de, beriya çend rojan Muxtar Elyasî, Macid Ebdula Zade, Loqman Cîhanî, Ebdula Mehcor, Kemal Xizrî,Feryad Salihî, Şuwan Salihî û Îrfan Mecîdî ji aliyê hêzên ewlekariya wî welatî ve hatine girtin.

Ew 8 welatî xelkê bajarê Seqiz in ku ji aliyê îdareya Îtîlat ve hatine girtin, lê heya niha sedema girtin û cihê mayîna wan ne hatiye aşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, roja borî jî bi dehan welatiyên Kurd li bajarên Sine,Bokan,Merîwan û Seqiz ji aliyl îdareya Îtîlatê ve hatine girtin ku dilgiranî li cem welatiyên Kurd dirust kiriye.
Top