• Sunday, 08 February 2026
logo

Osman: Tirkiye nakokiyên navbera Bexdad û Hewlêrê kûr dike

Osman: Tirkiye nakokiyên navbera Bexdad û Hewlêrê kûr dike
Li gor malpera Sûmeriye News, serkirdeyê Hevpeymaniya Nîştimanî yê Kurdistanê Mehmod Osman îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku, Tirkiye arîşe û nakokiyên di navbera hikûmeta navendî ya Êraq û Herêma Kurdistanê de kûrtir dike.

Osman dazanîn ku, Enqere ne dostê Kurdan e, ji ber vê çendê daxwz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, di mijara çareserkirina arîşeyên digel Bexdadê de, xwe nespêrin hikûmeta Tirkiye.

Osman têkest kir ku, hikûmeta Tirkiye ne dostê Herêma Kurdistan û ne jî dostê geleê Kurd e, eger dostê Herêma Kurdistanê be, dê mafê gelê Kurd li Tirkiye bide.

Xendan
Top