Muhsin Sedûn Dibe Serokê Komîteya Madeya 140
Caf eşkere kir ku, her kes dizane cîhbicîh kirina madeya han gelek paş ket, sedema vê yekê jî nakokiyên heyî yên di warê organîze kirina karûbarên peyvendîdar yên bi vê madeya han ve ye.
Di demên derbasbûyî de Parlementoya Îraqê komîteyek bo çareser kirina kêşeyên han damezrandin û lê ev komîteya han jî nikarî ev kêşeyan çareser bike û niha jî mafê me ye ku, Parlementerekî Kurd bo postê Serokatiya komîteya madeya 140 berbijar bikin û biryare Muhsin Sedûn weke berbijarê vê posta han were destnîşankirin.
Kurdistantv
