• Saturday, 07 February 2026
logo

Husên Şehristanî Gefan Li Kurdistanê Dixwe

Husên Şehristanî Gefan Li Kurdistanê Dixwe
Duh nivîsgeha Husên Şehristanî ragihand ku, jiber pêşkêş nekirina petrola Kurdistanê heta niha Hikûmeta Kurdistanê zêdetir ji 8 miliyar dolaran zerer daye Îraqê.

Di beşeke din ya daxuyaniya nivîsgeha Husên Şehristanî de hatiye ku, pêwîste ev pereyên han li ser bûdceya Hikûmeta Kurdistanê ji Îraqê re werin wegerandin.

Di dirêjahiya daxuyaniya han de hatiye ku, li gorî madeyeke proje bûdceya sala 2012an ya Hikûmeta Îraqê pêwîste Hikûmeta Kurdistanê petrola xwe ya xav yaku, berhem tine pêşkêşî Hikûmeta Îraqê bike lê heta niha Hikûmeta Kurdistanê ev yek cîhbicîh nekiriye û eger wisa bidome emê neçar dibin pereyên petrolê ji bûdceya Hikûmeta Kurdistanê kêm bikin.

Kurdistantv
Top