• Sunday, 08 February 2026
logo

Demîrtaş: Heta Ocalan azad nebe, pirsa Kurd jî çareser nabe

Demîrtaş: Heta Ocalan azad nebe, pirsa Kurd jî çareser nabe
Li gor malperên nûçeyên Tirkiye, hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahedîn Demîrtaş piştî encamdana çalakiya rûniştinê ku ji duhî ve dest pê kiribûn, di civîneke rojnamevaniyê de li bajarê Amed ya Bakurê Kurdistanê, derbarê rêgirtina li mîtînga 14 Tîrmehê ya duhî û hêrişên polîs û hêzên ewlekariya bo ser girseya gel û parlementerên BDP`iyî, rexneyên tund li hikûmeta (AKP`ê) girt û banga bilindkirina asta berxwedanê li gelê Kurd kir.

Demîrtaş hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP)ya deshelatdar wek berpirsê bûyerên duhî ku li Amedê qewimîne destnîşan kir û got: Take rêya çareseriyê ji bo gelê Kurd, bilnidkirina asta berxwedanê li dijî hikûneta AKP`ê ye.

Di wê civînê de ku, hejmarek parlementerên BDP`ê û rêveber û hevserokên (KCD) amadebûn.,Demîrtaş têkest kir ku, ji niha û pêve, azadiya serokê PKK`ê Ebdula Ocalan dê mijara wan ya serekî be.

Demîrtaş diyar kir ku, gelê me vê yekê baş dizane, heya ku Ocalan azad nebe, pirsa Kurd Jî çareser nabe, lewra ew piştevaniyê li wî dikin.

Demîrtaş têkest kir ku êdî ewê di vê çarçoveyê de asta tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Xendan
Top