• Saturday, 07 February 2026
logo

‘Mam Celal bi hilbijartinên pêşwext razî nabe’

‘Mam Celal bi hilbijartinên pêşwext razî nabe’
Endamekî serkirdayetiya YNKê dibêje ger hilbijartinên pêşwext li Iraqê bên kirin, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî gelek dengan bidest tîne, Yekgirtu û Komela Îslamî jî dibêjin hilbijartina pêşwext di qezenca wan de ye.

YNK: Mam Celal razî nabe

Endamê serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd dibêje, hilbijartina pêşwext li her welatekî di dema derketina kirîzekê de tê kirin “vêga jî li Iraqê kirîz heye û hilbijartina pêşwext wek çareseriyekê hatiye pêşniyarkirin.” Lê dibêje: “Ev pêşniyar ji aliyê Malikî hatiye kirin, li gor destûr divê serokomar razî be û parlamento biryara dawî bide, lewma bawer nakim, serokomar li ser vê pêşniyarê razî be.”

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di 27.06.2012an de ragihand ku ne amade ye here pêşberî parlamentoya Iraqê ji bo lêpirsînê û got: “Ji bo derbasbûna Iraqê ji vê kirîzê, bila hilbijartina pêşwext bê kirin.”

Lê çend aliyekî hevpeymaniya şîe, ku ji lîsteyên cuda yên şîeyan pêk tê dijî vê pêşniyarê peyvîn, di nav aliyên kurdî de jî bizava Goran pêşwazî lê kir, helwesta YNKê jî li gor gotina berpirsên wê yên cuda bi herdu aliyan de diçû.

Derbarê pêşniyara Malikî ji bo hilbijartina pêşwext Ferîd Eseserd got: “Bawer nakim ev tedbîreke di cihê xwe de be ji bo derbasbûna ji vê kirîza ku vêga rastî proseya siyasî ya Iraqê hatiye. Divê alî dest bi diyalogê bikin, çiku şensê meseleya jêstandina baweriyê ji Malikî nema.”

Ger hilbijartina pêşwext bê kirin, mana Celal Talebanî jî di posta xwe de wek serokomarê Iraqê xelas nabe, çiku ji mafê wî ye tenê du geran xwe berbijar bike, li gor destûra Iraqê. Cara borî jî bi pêdagiriyeke zêde ya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Tirkiyê û Emerîka û hinek aliyên iraqî razî bûn Talebanî bibe serokomarê Iraqê.

Ferîd Eseserd, ku rêveberê navenda lêkolînên stratejî ên Kurdistanê ye jî, behsa egerên hilbijartina pêşwext dike û dibêje: “Rikaberên Malikî ewqasî lawaz bûne nikarin şan bi şanê Malikî pêşbaziyê bikin, lewma ger hilbijartina pêşwext jî bê kirin, Malikî yekemîn dibe.”

Di hilbijartina borî ya Iraqê de ku di 07.03.2010an de hat kirin, lîsteya Dewleta Yasa ji tevahiya 325 kursiyan karibû 89 kursiyan bidest bîne û dû re li gel hevpeymaniya niştimanî ku 71 kursiyên wan hebûn, hev girtin û hikûmeta Iraqê piştî heşt mehan, li gor insyatîfa serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi girêdana kongreya Hewlêrê hat pêkanîn.

Bi baweriya Ferîd Eseserd, ger hilbijartina pêşwext bê kirin, vê carê kêmtirîn hevpeymanî di nav partiyan de dibe û dibêje: “Vêga ramanek heye vê carê kêmtirîn hevpeymanî bê dirisuykirin. YNK di hilbijartinên borî de dît, ku lîstek hebû di navbera PDK û YNKê de, dengên wan têkel bûn û YNKê encamên daxwazkirî bi dest ne anîn.”

Komela Îslamî: Girîngiyê pê nadin

Komela Îslamî ya Kurdistanê ku xwediya du kursiyan e li parlamentoya Iraqê ji girîngiya hilbijartina pêşwext kêm kir “ew ne tiştekî ewqasî girîng e em li ser bipeyvin.” Berdevkê polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm bi dijwarî dibîne hilbijartina pêşwext di vê rewşa vêga de bê bicihanîn, lê got: “Ger hilbijartineke şefaf bê kirin asayî ye. Çêkirina hilbijartina pêşwext pêşniyara Malikî bû, em girîngiyê nadinê, çiku ev ji bo sarkirina hewldanên jêstandina baweriyê ji Malikî ye. Em ji ti hilbijartineke pêşwext natirsin, çiku ger hat kirin di qezenca Komel de dibe û kursiyên me zêdetir dibin.”

Goran: Destûrî ye

Bizava Goran ku 8 kursiyên wê li parlamentoya Iraqê hene, hilbijartina pêşwext wek pêngaveke destûrî dibîne. Berdevkê bizava Goran Şaho Seîd ragihand: “Heta vêga di hundirê bizava Goran de ev pirs nehatiye gotûbêjkirin. Daxwaza hilbijartina pêşwext destûrî ye, ew jî ger proseya siyasî li Iraqê bigihe xetimînê û hilbijartina pêşwext bê kirin.”

Helwesta bizava Goran zêde ne dûr e ji helwesta YNKê ji bo çawaniya çareserkirina kirîza vêga ya Iraqê. Şaho got: “Berî ku hilbijartina pêşwext, bi me baş e aliyên siyasî riya diyalogê bidin ber xwe.”

Yekgirtu: Di berjewendiya me de ye

Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê jî dibêje hilbijartina pêşwext li Iraqê zêdetir di berjewendiya wan de ye, lê vêga baş nabînin hilbijartina pêşwext bê kirin. Bi heman awayî heman helwest di daxuyaniyên berpirsên PDKê de tê xwendin ku ne li gel hilbijartina pêşwext in. 31 kursiyên PDKê li parlamentoya Iraqê hene.

Endamê polîtburoya Yekgirtu Mihemed Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Her çiqasî hilbijartina pêşwext di berjewendiya Yekgirtu de ye li Herêma Kurdistanê, çiku dengên me zêde bûne, lê vêga baş nabînin hilbijartina pêşwext bê kirin.”

Mihemed Ehmed ku 4 kursiyên partiya wî li parlamentoya Iraqê hene, dibêje: “Ger ji bo çareserkirina kirîza vêga ya siyasî ya Iraqê alî negihiştin lihevkirinekê, dibe ku hilbijartina pêşwext çareseriyek be.”

Hilbijartina pêşwext ku ji aliyê Malikî hat tevdan, ji bo wê yekê bû, rikaberên xwe (kurd, Iraqiye û heta cihekî Sedrî) di pirsa jêstandina baweriyê jê de, bi ser nekevin. YNKê alîgiriya hewldanên standina baweriyê ji Malikî nekir û daxwaz kir diyalog bê kirin, lê bi baweriya Mesûd Barzanî diyalog li gel Malikî bê encam e.

Serokê civata navendî ya YNKê Adil Murad gotibû, bi min baş e YNKê di siberojê de hevpeymaniyê li gel Malikî û çend aliyekî din bike û vêga erkê ser milê me ye dijî her hewldaneke ji bo guhertina Malikî bisekinin.

Adil Murad, ku yek bû ji wan kesên ku wek damezrênerên YNKê tê hesibandin, kurdekî feylî yê şîe ye, dibêje: “YNKê li gel nerînên Malikî ye û divê hilbijartina pêşwext bê kirin.” Lê dû re polîtburoya YNKê daxuyand ku ew tenê nerînên Adil Murad in, ne yên YNKê ne.
Top