• Saturday, 07 February 2026
logo

Iraq bo Tirkiyê: Xwe tevlî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayî nekin

Iraq bo Tirkiyê: Xwe tevlî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayî nekin
Hikûmeta Iraqê ji Tirkiyê re ragihand ku ji bilî we hûn dipejirînin ku em li Tirkiyê mameleyê ligel aliyekî din bikin.

Berdevkê hikûmeta Iraqê Elî Debax di daxuyaniyekî nivîskî ku kopiyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin de wiha dibêje: “Petrol û gaz milkê hemû Iraqiyane. Pêwîste şandin û pêşkêşkirina çavkaniyan bi rêya hikûmeta federalî ve bê kirin ku nûnertiya hemû Iraqiyekî dike.” Debax daxwaz kir ku şandina petrola bê destûr li ser xaka xwe rawestîne.

Debax di berdewama daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha dibêje: “Şandina petrola Iraqê ya bo Tirkiyê ne yasayî û rewa ye. Tirkiye tevlî bi qeçax firotina petrola Iraqê dike.” Navbirî bal kişand ser wê yekê ku helwesta Tirkiyê wê bandorê li ser peywendiyên navbera herdu welatan de bike, bi taybet jî di warê aborî de.

Di beşekî din a daxuyaniya Debax de wiha tê gotin: “Hikûmeta Iraqê red dike ku Tirkiye bibe alî û bi rêya xwe destûrê şîrove bike. Bi taybet jî wan ligel Herêma Kurdistanê derbarê petrol û peymanan de nakokî heye.” Wekî Debax balê dikişîne ser, pirsekî Iraqiye, di çarçoveya welatekê de mamele ligel tê kirin, nabe Tirkiye dest lê werde û xwe bike aliyekî vê meseleyê.

Elî Debax wiha dibêje: “Dema Tirkiye pêngavên bi vî awayî davêje, şaşitiyekî mezin dike. Em naxwazim dewletekî berpirs xwediyê helwestekî bi vî awayî.”

Berdevkê hikûmeta Iraqê Elî Debax di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dipirse, “Gelo dewleta Tirkiyê rê bi wê yekê dide ku em mameleyekî giring ligel aliyekî ji hikûmeta navendî ya Tirkiyê nizimtir bikin?”

Rudaw
Top