Nêçîrvan Barzanî: Makîneya serkeftina her hikûmetekê sektora taybet e
Di civînê de, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa rola giringa sektora taybet di avakirin û binyatdanan infrastrukturê Kurdistanê û pêşkeftin û vejandina welat de kir. Barzanî di axavtina xwe de got ku, makîneya serkeftina her hikûmetekê sektora taybet e û takîd li ser hevkariya sektora taybet digel hikûmetê di avadankirina welat de kir û got: ”Sektora taybet ew berprisiyarî li ser ku diu avakirina welat de hevkariya hikûmetê bike.”
Nêçîrvan Barzanî, herwesa, tekîd kir ku, siyaseta nuha a hikûmeta Kurdistanê teşwîqkirina hilbirînê di warê pîşesazî, çandinî û tûrîzmê de ye û got: ”komeke asteng û giriftarî li pêşiya berhemhêneran de hene û divê ew arîşe û girift nemînin û hikûmet û sektora taybet bi hev re ji bo xweşjiyanîya hevwelatiyan û avadankirina herêma Kurdistanê kar bikin.”
Ji aliyê xwe ve Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmetê, behsa giringiya bihevrekarkirina hikûmet û sektora taybet, ji bona cçbicîkirina stratejiya hikûmeta Kurdistanê kir û got: ”Ev civîn ji bê wê yekê ye ka çawa stratejîya hikûmeta Kurdistanê a di warê binyatdanana infrastruktura welat li her sê warên pîşesazî, çandinî û tûrîzmê bikeve di warê pitaktîkî de.”
Di civînê de biyar hat dan ku:
- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên qanûnî yên di warê pirojeyên pîşesazî, çandinî û tûrîzmê de tên pêş, komîteyeke taybetmend bê pêkanîn.
Zevî ji bo wan pirojeyên bê diyar kirin yên ku, razbûn li ser hatiye dan û lezgînî li avakirina nawçeyên pîşesazî li wîlayetên herêma kurdistanê bê kirin
