• Saturday, 07 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî digel komsulsuê nû yê Amerîkayê civiya

Nêçîrvan Barzanî digel komsulsuê nû yê Amerîkayê civiya
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro 15.07.2012ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Paul Steven konsulusê nû yê Amerîkayê bo herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de ku, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî amade bû, serokwezîrê Kurdistanî pîrozbayîya destbikarbûna konsulusê nû yê Amerîkayê yê Hewlêrê kir û hêviya serkeftina jê re xwast.

Konsulsuê nû yê Amerîkayê got ku, ew gelek kêfxweş e weke konsulusê Amerîkayê li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike. Steven got ku, ew dîroka gelê Kurdistanê nas dike û ew karesatên bi ser gelê kurd de hatine dizanê û hikûmet û gelê Amerîkayê rêz û hurmetê ji tekoşîn û xebata gelê kurd re digirin.

Konsulsuê amerîkayî behsa kar û çalakiyên konsulxaneya giştiya Amerîkayê a li Hewlêrê, yên di warê aborî, bazirganî, perwerde û rewşwnbîriyê de kir û got ku, konsulxaneya amerîkî amadekariyan dike ku, di dawiya îsal de li Hewlêrê vîzaya amerîkayî bi hevwelatiyan bide û derfetê bo xwendekarên Kurdistanê xweş bike li zanîngehên Amerîkayê bixwîn in.

Serokwezîrê Kurdistanê ji konsulsuê amerîkî re pêşniyar kir ku di pirojeyên xwe de sûd ji xwendekarên derçûyên zanîngehên Kurdistanê werbigirin.

Kirîza siyasiya Îraqê mijareke din a hevdîtina serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Paul Steven bû. Serokwezîrê Kurdisyanê, di vê çarçoveyê de tekîd li ser hevbeşiya rasteqîne di hukimdariyê de û çareserkitrina pirsan li ser esasê destûra Îraqê û pabendbûn bi Îraqeke demokratîk û federal kir.
Top