• Saturday, 07 February 2026
logo

Sê wekîlên BDPê birîndar bûn

Sê wekîlên BDPê birîndar bûn
Di mîtînga BDP û KCDê ya ku niha li Amedê didome de se parlamenter û bi dehan welatî birîndar bûn.

Cîgira Koma BDP'ê û Parlementera Îdirê Pervîn Buldan dema ku diket qada Îstasyonê rastî mûdaxaleya polîsan hat. Ji ber bombeya gazê lingê Buldanê ket Buldan birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Di xwepêşandanê de parlamentera BDPê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî nesîbê xwe ji êrişa polîsan girt û birîndar bû.

Şaredarê Amedê Osman Baydemir jî ji hişê xwe çû û rakirina nexweşxaneyê. Li Stasyon, Baglar û Ofisê bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rudaw
Top