• Sunday, 08 February 2026
logo

Amed bû qada şer: Parlamenter jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn

Amed bû qada şer: Parlamenter jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn
Li Amedê BDP û KCD'ê xwest ji bo azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mitînga "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" li dar bixin. Lê polîsan destûr neda mitîngê û mudaxaleyê girseya BDP'ê kir. Di encama mudaxaleyan de parlamenter Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan, Ayla Akat Ata, Şaredar Osman Baydemîr û Zubeyde Zumrut birîndar bûn. Ji girseyê hejmara birîndaran ne diyar e.

BDP û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xwestin li Qada Stasyonê ya Amedê mitîngeke herêmê li dar bixin. Lê Walîtiya Amedê biryara qedexekirina mitîngê girt. Lê BDP û KCD guh nedan qedexeyê û îro danê nîvro daketin kolanan. Ji bajarên weke Wan, Sêrt, Batman, Ruha, Mêrdîn, Culemêrg û gelek bajarên din jî sedan kes hatin Amedê û xwestin tevli mitîngê bibin. Girseya BDP'ê ji çar milan ve xwest bikeve Qada Stasyonê. Lê Walîtiya Amedê îro li bajêr 5 hezar polîs peywirdar kir û li her serê kuçeyê polîsên sivÎl û resmî hatin wezîfedarkirin. Li gelek kolanan wesayîtên polîsan TOMA û akrep hatin bicihkirin. Her wiha panzêr jî kolan bi kolan digeriyan û mudaxaleyê girseyê dikirin. Hemû ketin û daketina bajêr ji aliyê polîsan ve hatibûn girtin. Li esmanan jî helîkopterên polîsan geriyan û girseyê tespît kirin û bi kordîneyan polîsan gazên bombeyî û çavsotîner avêtin girseyê. Çalakiyên BDP'iyan piranî li ber AZC Plazaya Ofîsê, li derdora Qada Stasyonê, Parka Koşuyoluyê, Baglar û herêma Şehîdlîkê pêk hatin. Bi hezaran kes ji bo ku bikevin Qada Stasyonê dest bi meşê kirin. Lê polîsên ku li derdora qadê barîkat danîbûn, bi bombeyên gazê mudaxele kirin û nehiştin kes bikeve qadê. Herî dawî hin parlamenterên BDP'ê û girseyeke biçûk xwe gihandin qada mitîngê.

Parlamenter û Baydemîr birîndar bûn

Di mudaxaleya polîsan de Parlamenterên BDP'ê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata, Şaredar Osman Baydemîr û Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut birîndar bûn. Baydemîr, ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Alman. Piştî tedawiyê Baydemîr careke din ji nexweşxaneyê veqetiya. Polîsan di mudaxaleyê de li hemberî Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî tundî bi kar anîn. Di mudaxaleyan de bi dehan kes birîndar bûn lê hejmara birîndaran û binçavkiriyan nediyar e.
Şer û pevçûnên li nava kuçe û kolanên Amedê didomin. Girse bi israr dixwaze bikeve qada mitîngê.

Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, derbarê bûyerên îro de ji Rûdawêr e destnîşan kir ku li Amedê polîsan bi awayeke hovane êrîşê wan kiriye û ew jî tê de gelek parlamenter birîndar bûne. Zumrut, da zanîn gelek BDP’î hatine binçavkirin û birîndarkirin lê hejmara birîndar û binçavkiriyan ne diyar e. Zumrut, got ger dewletê destûra mitîngê bida îro tu pirsgirêk dernediketin û ji ber qedexeya dewletê îro qadên Amedê bûye cihê şer.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin BDP dê sibê ji bo şermezarkirina mudaxaleya polîsan daxuyaniyeke girseyî bide çapameniyê.

Rudaw
Top