• Sunday, 08 February 2026
logo

Murad: Êdî pirsa stendina baweriyê ji Malikî kartû bûye

Murad: Êdî pirsa stendina baweriyê ji Malikî kartû bûye
Serokê encumena navendî ya yekitiya niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Adil Murad, diyar kir, êdî bûyera stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê “kartû” bûye û çareseriya aloziyê, civîna niştimanî ye.

Li gorî ajansa navendî ya Iraqê, Adil Murad, li bara stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê ji aliyê hinek aliyên siyasî yên Iraqê, bi taybet hevpeymaniya kurdî li parlamentoyê de diyar kir, êdî ev mijar kartû bûye û derbas bûye.

Murad, got, divê aliyên siyasî yên Iraqê jî êdî li pey vê yekê neçin û berê xwe bidin şêwazên din yê çareseriya alozî, pirsên ewlehiyê û geşedana aborî ya welêt.

Wî berpirsê YNK, ragihand, divê arîşe û pirsên niha di civîna niştimanî de, ku hemû partî û aliyên siyasî dê beşdar bibin, bên gotûbêjkirin û çareserkirin.

Tê zanîn, beriya niha, hewlên tevgera Sedr, lîsteya Iraq û hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê bo stendina baweriyê ji hikûmeta Iraqê bêencam mabû.

AKnews
Top