• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî Perse Û Serxweşiyên Xwe Pêşkêşî Usame Oceyifî Kir

Serok Barzanî Perse Û Serxweşiyên Xwe Pêşkêşî Usame Oceyifî Kir
Duh bi rêya peyvendiyeke telefûnî de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta koçbar bûna yek ji endamên malbeta vî perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî Serokê Parlementoya Îraqê Usame Noceyifî kir.

Di vê peyvendiya telefûnî de Serok Barzanî hêvî xwest ku, ev xema dawî ya malbeta Noceyifî be û daxwaz jî ji xwedê mezin kir ku, rehmetî bi ceneta xwe şa bike.

Li hember de jî Serokê Parlementoya Îraqê spasiya hevxemiya Serok Barzanî kir û peyvendiya vî jî weke fakterek bo kêm kirina kesera xwe wesif kir.

Kurdistantv
Top