Hevpeymaniya Cibrîl serkeftineke mezin li Lîbiya bi dest dixe
Li gorî nûçeya BBC, encamên hilbijartinan li seranserê Lîbiya aşkere dikin ku baskê siyasî yê Îxwan Mislimînê Lîbiya şikestineke mezin xwariye beruvajî grûpên îslamî li welatên din ên “buhara erebî” wek Tûnis û Misrê.
Çavkaniyê amaje kir ku encamên fermî yên dawî berî heftiya bê nayên ragihandin, lê piraniya dengan hatine cudakirin û amaje bi serkeftina hevpeymaniya Cibrîl dikin li Terablus, başûr û Binxazî.
Di navendeke dengdanê de li naverasta Terablusê, hevpeymaniya Cibrîl 46 hezar deng bi dest xistine li hember 4 hezar deng bo Îxwan Mislimîn.
AKnews
