250 kes pêşembiyê û 110 kes Eynoyê hatin kuştin
Li gorî nûçeya malpera al-Arabiya, “navenda ragihandina sûrî” daxuyand ku hêzên rejîmê duhî bi çekên giran û sivk û spî êriş birine ser gundê Trêmse li Hemayê û komkujiyek derheqê xelkê sivîl encam dan.
Çalakvanan bal kişand ku piraniya kuştiyan bi kêran di nav dexlên derdora gund hatine gurandin.
Çalakvanan xuya kir ku di nav kuştiyan de 3 malbat hene ku bi temamî hatine gurandin û her wiha hejmarek çekdarên artêşa Sûriya ya azad jî di nav de hene ku di encama şerê digel hêzên rejîmê hatine kuştin.
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriya ragihand ku berî êrişê, hêzên rejîmê gundê Trêmse bi giranî topbaran kirin û elektrîk û xetên peywendiyê li ser gund qut kirin.
herweha Encûmena Niştimanî ya Sûriya (ENS) ragihand ku di xwepêşandanên duhî yên dijî rejîmê de bêtirî 110 kesan hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Idlibê bûn.
Li gorî daxuyaniya ofîsa mafên mirov a ENSê, hêzên rejîma Sûriya piraniya navçeyên parêzgehên Deraa, Hims, Hema, Heleb, Idlib, derdoa Şamê û Dêrezorê topbaran kirin.
Çavkaniyê aşkere kir ku di encama topbaran û êrişên hêzên rejîmê de bêtirî 110 kesan hatine kuştin di nav de 10 zarok, 4 jin, 3 malbat û welatiyekî ku di bin eşkenceyê de hate kuştin hene.
Çavkaniyê ronî kir ku 31 li Idlib, 20 li Şam û derdora wê, 15 li Heleb, 14 li Hims, 10 li Deraa, 4 li Hema, 4 li Dêrezor, 2 li Laziqiye û welatiyek li Hesekê hatine kuştin.
Xwepêşandanên duhî piştî rojeke xwînî hat ku komkujiyek li navçeya Tirêmse li parêzgeha Hemayê ji bal hêzên rejîmê ve hate encamdan û 305 kes tê de hatine kuştin, li gorî ENSê.
AKnews
