Esed 275 girtî azad kir
Rêveberiya Sûriyê 275 girtiyên ku beşdarî xwepêşandanên li dijî îxtidarê bûne, lê mirî û birîndar di nav de çênebûyîn azad kir.
Girtî bi efûya Beşar Esed, ji girtîgeheke li Şamê di bin kontrola çavdêrên Neteweyên Yekbûyî de hatin berdan.
Girtiyekî bi navê Ebu Hasan diyar kir ku ji ber xeletiya nav hatiye girtin, ti peywendiyên wî bi bûyeran ve nebû; “Min sûd ji efûya ji aliyê Esed ve hatî derxistin wergirt û hatim berdan.
Rudaw
