Li Bazîdê teqîn: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Hate zanîn ku, li gundê Qizilkanê yê navçeya Bazîda Agiriyê teqîn pêk hat. Di teqîna li nêzî qada leşkerî pêk hat de zarokê 14 salî Ertan Tilaver li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û zarokê 12 salî Adem Yîgît bi giranî birîndar bû. Yîgît rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê. Cenazeyê Tilaver jî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.
ANF
