• Sunday, 08 February 2026
logo

Annan û Esad Derbarê Hikûmeta Bihûrbar De Axivîn

Annan û Esad Derbarê Hikûmeta Bihûrbar De Axivîn
Kofi Annan hurgiliyên hevdîtina ku bi Serokdewletê Sûrîyê Esad re kir vegot.

Annan got ku; di hevdîtinê îxtîmala hikûmeta bihûrbar girtine dest û navek jî pêşniyar kiriye.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ereban ê Taybet Kofî Annan, di hevdîtina ku bi Serokdewletê Sûriyê Beşşar Esad re kir de got ku, ew derbarê damezrandina hikûmeta bihûrbar de axivîne. Kofî Annanê ku Sûriye, Îran û Êraqê ziyaret kir, derbarê temasên xwe de Konseya Ewlekariya NY agahdar kir.

Piştî ku bi riya videokonferansê pêşdarî civînê bû, li çapemeniyê daxuyanî kir û Annan da zanîn ku ew li ser riya hikûmeta bihûrbar sekinîne, ji bo vê jî navek jî pêşniyar kiriye.

Nûnerê Taybet Annan got, navê ku Esad pêşniyar kir jî, hêj li ser disekinin; lê ka ev kes kî ye şîrove ne kir.Her wiha Annan diyar kir ku ji bo qeyrana li Sûriyê bidawî bibe, li ser gavên nû hevdîtina pêk tînin û dê ev gav jî di rojên pêş de ji raya giştî re bê ragihandin.

Xeberenkurdi
Top