Wezareta Samanên Sirûştî Tohmetên Parliyamenterekî Gorran Red Dike
Duh wezareta samanên sirûştîya hukûmeta herêma Kurdistanê beyannameyekê de bêjedaneka parliyamenterê Gorran ê di parliyamenta Iraqê de bi tundî red kir û bi tohmeteke ´´narewa û çewaşekar´´ bi nav kir.
Parliyamenterê Gorran Hesen Bayezîd ê di parliyamenta Iraqê de pêştir di rêkevta 08/07/2012 de û di bernameyeke televiziyona kanla NRT de çend tohmetên narewa û naberpirsane arasteyê wezareta samanên sirûştîya herêma Kurdistanê kiribû û ragihandibû, ku ´´ xala lawazîya hukûmeta herêma Kurdistanê, pirsa nebûna şefafîyetê di pirsa petrolê de ye.´´
Wezaretê di beyannameya xwe de tohmetên ewî parliyamenterî red dike û radigihîne ku parliyamenterê Gorran Bayezîd Hesen ji berpirsatîya ser milên xwe wek Kurdek di nava parliyamenta Iraqê de direve û dibêje ku gerek parliyamenterê Gorran wek erkê xwe li dûvçûn bo pirsa nebûna şefafîyetê li Bexdadê bi taybetî di pirsa petrolê de bikiriba nek bi bê hebûna belgeyekê rexneyên bê bingeh arasteyên wezareta samanên sirûştîya herêma Kurdistanê bike.. Wezareta samanên sirûştîya herêma Kurdistanê di beşeke beyannameya xwe de tekezî li ser şefafbûna gişt girêbestên herêma Kurdistanê yên di biwarê petrolê de dike û dibêje ku li hîç cihekî cîhanê wek Kurdistanê girêbest bi hêsanî û bi şefafî nakevin ber çavê xelkê.
Di beşeke din a beyannameya wezaretê de hatiye, ku parliyamenterê Gorran Bayezîd Hesen bi xwe di xûla kompanyaya CWC a taybet bi biwarê wuzeyê de amade bûye û bi xwe dîtîye ku çawan ew kompanya girêbestên petrolîyên herêma Kurdistanê wek nimûneyeke zindî ya şefafîyetê li cihanê dide naskirin. Herwisa di beşeke din a evê beyannameyê de hatiye xuyakirin, ku heger pirs ji kompanyayên cîhanî bihê kirin ku gelo çima dihêne Kurdistanê, bersiva serekîya wan ewe ye, ku ´´ şefafîyet wek xala bi hêz a Kurdistanê hokarê serekî bo hatina me bo Kurdistanê ye.´´
Li ser mijara qanûna petrol û gazê ku parliyamenterê Gorran Bayezîd Hesen di bernameyek NRT de rexne li hukûmet aKurdistanê girtibû û gotibû ku goya ´´wezareta samanên sirûştîya herêma Kurdistanê û hukûmeta herêmê qanûnê petrol û gaz a Kurdistanê bi xwe jî cîbicî nakin´´, wezareta samanên sirûştîya herêma Kurdistanê tohmetên ewî parliyamenterî red dike û radigihîne, ku gelek li nik awna seyr e ku nûnerekî Kurd di parliyamenta Iraqê de bi ewî awayî qise li ser qanûna petrol û gazê û goya binpêkirina wê ji alîyê hukûmeta herêmê ve bike. Wezaret di beyannameya xwe de dide xuyakirin, ku heger ew halet bi enqest û arastekirî nebe, bê goham hingê nîşaneya bê agahyîya ewî parliyamenterî ji pirsan e û di her du haletan jî de nîşaneya kêmxemîya ewê nûnerê Kurd e ku bi dengê xelkê Kurdistanê çûye parliyamenta Iraqê.
Wezareta samanên sirûştîya herêma Kurdistanê di berdewamîya beyannameya xwe de tekezî dike, ku hukûmeta herêma Kurdistanê girêdayî cîbicîkirina qanûna petrol û gazê ya herêma Kurdistanê ye û her bi ewê qanûnê karûbarên kompanyayên cîhanî rêk dixe û dibêje, ku ji ber heman qanûnê ye ku kompanyayên mezinên cîhanî ber bi herêma Kurdistanê ve dihên.
Di beşeke din a beyannameyê de wezaret weha bersiv dide:´´ heger herêma Kurdistanê pabendê qanûna xwe nebe dê çawan ew hemû kompanya bihêne Kurdistan? Dê çawan karûbarên evê wezaretê û zêdetir ji 50 kompanyayên cîhanî yên biwarê petrolê bihê rêkxistin? Çawan hemû ew destekevtî di biwarê petrolê de bi dest ve hatin? Heger ewane li ser bingeha qanûna petrol û gaz a herêmê û li gor destûrê nebin, aya ewên hukûmeta Iraqê li ser bingeha qanûnê ye? Me çaverê dikir ku tu yê rêzdar ewan rexneyan arasteyî hukûmeta Iraqê bikiribana ku aya çawan ew hemû girêbest îmza kiriye di demekê de ku heta niha xodanê qanûna petrol û gazê nîne?´´
Wezareta samanên siruştîya herêma Kurdistanê parliyamenterê Gorranê rexne dike û dibêje, ku gerek ew wek dakokîkar û berevanê mafên herêma Kurdistanê di nava hukûmeta federalîya Iraqê de kar bikiriba û ji hukûmeta Iraqê bipirsîba ku gelo çima dijatîya herêma Kurdistanê dike û çima pişka herêma Kurdistanê ji petrol û benzînê naşîne û radiwetîne? Yan jî bipirsîba ka gelo çima Iraq berhemên petrolê bi buhayekî girantir ji parêzgehên dinên Iraqê dide Kurdistanê?
Wezareta samanên sirûştîya herêma Kurdistanê dide xuyakirin, ku ew tiştên ku wan bas kirine kar û erkên serekî û bingehînên ewî parliyamenterî yê Kurd in, belê ew ji berpirsatîya xwe wek parliyamenterekî Kurd direve.
