• Sunday, 08 February 2026
logo

Balyozê Sûriyê li Êraqê ji rêjîmê veqetiya

Balyozê Sûriyê li Êraqê ji rêjîmê veqetiya
Duh 11/7/2012`an, Balyozê Sûriyê yê li Êraqê Newaf Ebûd Şêx Farês ji rêjîma Beşar Esed qutbû û tevlîbûna xwe ji şoreşa Sûriyê re ragehand.

Her weha balyozê Sûriyê li Êraqê dibe yekem berpirs wek postê balyoz ji rêjîma Sûriyê vediqete û tevlî opozisyona Sûriyê dibe. Ev yek jî piştî qutbûna generalê mezin yê herî nêzîkî Beşar Esed Menaf Telas hate encam dan.

Şêx Newaf Faris bi daxuyaniyeke ragehand ku ew dev ji postê xwe wek balyozê Sûriyê li Êraqê û hemê erkên xwe yên li nava Partiya Baasê berdide û tevlî şoreşvanên Sûriyê dibe û bang li hemû endamên partiyê û leşkeran kir ku ji rêjîmê veqetin.

Hêjayî gotinê Newaf ji xelkê Dêrzorê ye di sala 1994-1998 emîndarê partiya Ba`sê li bajarê Dêrzorê bû û di navbera salên 1998-2000`an parêzgarê bajarê Lazqiyê bû, li 2000-2002`an parêzgarê bajarê Idlibê bû û piştre jî bo parêzgarê bajarê Qunêtre heya ku bû balyozê Sûriyê li Êraqê.

Hate zanîn ku Newaf Farês wê digel malbata xwe ji Êraqê derkeve û berê xwe bide Tirkiyê û ji wir nediyare wê li kur bisekine.

Xendan
Top