‘Ewropa bi çavgirtina li Ocalan xeletiyeke dîrokî kir’
Leyla Zana, di rûniştina bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafê Jinan û Azadiya Ramanê” ya li Parlamentoya Ewropayê ji aliyê Komîteya Mafê Jinan û Wekheviya Zayendî ya YE’yê û Komîsyona Parlamentoya Têkel ya Tirkiye-YE’yê de axivî û bersiv da pirsan.
Zana bal kişand ku nêzî salekê ye Ocalan di tecrîdê ye û wiha axivî; “Li gorî nirxên gerdûnî yên ku mafê mirovan danîne holê, her gelek azad e ku bi awayeke xwezayî rêberek ji xwe re hilbijêre. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn, ruhê Kurd û Tirkên bihîstiyar diêşîne. Birêz Ocalan daxwaz dike ku bi awayeke aktîf xwe beşdarî pêvajoya çareseriyê bike. Dixwaze YE di vî warî de tişta pêwîst bike.”
Zana wiha domand; “Ger em biçin pêjovaya beriya revandin û anîna Ocalan a bo Tirkiyeyê, Ocalan di wê demê Ewropayê jî xist nava pêvajoyê û ji diyalogê re amade bû. Lê di wê demê de Ewropayê destûr neda vê yekê, heta çavê xwe li ber revandina wî girt û bi vî awayî Ewropayê xeletiyeke dîrokî kir. Ev xeletî bû sedem ku çaresernekirin, cihê çareseriyê bigire. Em hêvîdar in ku ev parzemîna xwedî zanîn û ceribandinan û yekitiya ku temsîla wê dike, bi awayeke aktîf rolek di çareseriya pirsgirêkê de bileyîze û di pêvajoya muzakereyan de jî rolek bi bandor werbigire.”
Zana got; “Ez pêwîstî pê dibînim ku dubare bikim” û wiha domand; “Ji gotûbêjên li Tirkiyeyê yên derbarê beşdarbûna Ocalan bo pêvajoya çareseriyê diyar dibe ku li Tirkiyeyê civak ji çareseriyê re amade ye. Tişta ku divê were kirin ew e ku divê desthilatiya siyasî pêngavan biavêje.”
Zana wiha bersiv da pirsa “Gelo hûn hewlesta YE ya PKK’ê weke rêxistina terorê dibîne, erê dikin an na?: "Dostek me dibêje ka ez PKK’ê weke rêxistineke terorê dibînim an nabînim. Min tu carî tiştek wiha negotiye. Ez di wê baweriyê de me ku divê em têkiliya di navbera sedem û encamê de baş saz bikin. Diyalektîk jî wiha dibêje. Çima tundî dest pê kir? Sedemên tundiyê çi bûn? Di roja îro de jî kesên tundiyê bi kar tînin jî dibêjin ‘bila formalîsyonek hebe, projeyek hebe û em jî amade ne tişta dikeve ser milê xwe bikin, em jî dixwazin beşdarî pêvajoya siyasî bibin.’ Civak jî vê hêvî dike.”
Zana li ser pirsa derbarê hevdîtina bi Erdogan re jî wiha got: “Ez çawa ku li vir îfade dikim, li huzura dadgehê çawa xwe tînim ziman, li hemberî dadgeran çi dibêjim, bi Birêz Serokwezîre jî heman tişt hatin nîqaşkirin. Ez zêde nakevim naveroka hevdîtinê, lê vegeriya û got; “te tabloyek pir tarî çêkiriye.’ Min got; yên dora we tabloyên pembe xêz dikin. Ya ku para min dikeve ez divê hemû tiştên neyînî bi awayekî şênber ji we re vebêjim. Bi we re parve bikim. Ji ber ku berpirsyarê yekemîn yê siyasî vî welatî hûn in. Ji ber wê jî bila aliyê erînê yê we be. Tiştên neyînî em bi hev re ji holê rabikin. Divê hemû kes hewl bide. Nêzî saetekê me hevdîtin pêk anî. Bi nazîkî em pêşwazî kirin. Belê tişên ku niha ez li vir dibêjim min li wir zêdetir parve kir. Bi sebreke mezin jî guhdarî kir.”
Zana di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bi hevî û bawerî me ku li performansa xwe ya 3 sal berê vegerin. Ji ber konsepa ewlehiyê niha her aliyê civakê şewitandiye. Aniye rewşeke xeter. Ger ku tenê mirov ewlehiyê bidin pêş wê demê demokratî û azadî ne mumkune. Mirov nekarin bibînin û bijîn. Ev yek di 11’ê îlonê de DYA’ê da destpêkkirin. L hemberî terorê konseptek hate pêşxistin û pêl bi pêl hate belavkirin. Lê dermanê rawestandina şîdet û terorê demokrasiye, azadiye û başkirina mafê mirovane.”
Zana di dawiya axaftina we de bal kişand ser komkujiya Roboskê ku 34 welatiyên sivîl hatibûn qetilkirin û wiha got: “Piştî êrîşê tu mudaxaleyên xilaskirinê nehatin kirin. Ligel vê serê komkujiyê girtin. Bi saetan şûnde komujî di nûçeyan der ket. Hê jî derbarê komkujiyê de ku çawa pêk hatiye, kê ferman daye daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Heta yên ku hatin qetilkirin, hatin sûcdarkirin. Kujer nayên dîtin û eşkerekirin. Bi vê careke din serê komkujiyê digirin. Vê komkujiyê birîna me dîsa nû kiriye. Telefiya wê ne mumkune. Divê rastî ji rayagitşî re bê parvekirin. Ez daxwaz dikim Yekitiya Ewropayê roleke aktîftir bilîze û heyeteke fermî bişîne herêmê.”
Rudaw
