• Saturday, 07 February 2026
logo

Êdî partiyên kurdên Sûriyê dibin yek

Êdî partiyên kurdên Sûriyê dibin yek
Di nav 16 partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) 3 pariyan niyaza hevgirtin û yekîtiyê nîşan dan.

Li gor nûçeya ajansa Rojavayê Kurdistanê Mîdyanewsê, Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îsmaîl Heme got, “Nêzîkbûn di navbera her sê partiyan de (Azadî, yekîtî û el-Partî) de heye ji bo karê hevbeş.”

Heme ku hevdem serokê ENKSê ye got, “Em kar dikin û dixebitin ji bo em dawî li rewşa şerpeze û dabeşbûyî ya partiyan bihînin û jimareya wan kêm bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Kawa Azîzî nûnerê Partiya azadiya Kurd li Sûriyê ji Mîdyanewsê re got, “Pêşniyazek heye ku partiyên bi hizir û îdeolojiya xwe ve ji hev nêzîk û dîtina wan ji şoreşa Sûriyê ji hev nêzîk di bin şêweyekî nêzîkî Yekîtiya Siyasî de kar bikin.”

Azîzî diyar kir ku pêşniyaz di qonaxa lêkolînê de ye û danîna nexşerêyekê bo formeke hevbeş.

Pariyên kurd li Sûriyê di encama Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) damezrandin ku di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên piraniya partiyan û hinek hevrêzên ciwanên çalak, saz bû.

AKnews
Top