Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Îmarata Erebiya Yekgirtî li Herêma Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de, Konsolê Giştî yê Îmarat ji bilî gihandina silavên rêzdar Şêx Xelîfe Bin Zayîd El Nehiyan Serokê Welatê Îmarata Erebiya Yekgirtî û Hakimê Ebudabî bi Serok Barzanî, dawetnameyekî fermî ya rêzdar Şêx Mihemed Bin Zayîd El Nehiyan Cihnişînê Îmarata Ebudabî pêşkêşî Serok Barzanî kir ku taybet bû bi serdana Îmarat.
Her li vê hevdîtinê de, Konsolê Giştî yê wî welatî sebaret bi amadesaziyên vekirina Konsolgeriya welatê xwe ya li Herêma Kurdistanê behskir û ragihand ku vekirina wî Konsolxaneyî li paşarojeke nêzîk de dibê cihê pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan û behsa pêşxistin û pêşketinên Herêma Kurdistanê ya li hemû waran da kir.
Serok Barzanî bi rêz ve dawetnameya Cîhnişînê Ebudabî qebul kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve piştgîriyê li geşbûna pêwendiya siyasî û aboriyên di navbera her du aliyan de dike û kar hêsanî jî ji bo kompanyayên wî welatî dike bo ku beşdariya wan li avadankirina Herêmê da hebê bi taybetî li her du warên çandin û geştuguzariyê da.
