Ebdulbasit Seyda: Em ji bo diyalogê amade ne
Seyda ku serokayetiya şanda ENS bo Moskoyê dike got: "Armanca seredana opozisyona Sûriyê ewe ji bo ku bi hevkariya Rûsyayê çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibînin. Çend pêşniyarên me hene emê pêşkêşî rayedarên Mosokoyê bikin."
Ebdulbast Seyda tekez kir ku Encumena Niştimanî ya Sûrî amadeye bi nûnerên rêjîma Sûriyê yên ku destê wan neketiya nava xwînê re diyalogê bike.
Serokê ENS bal kişand ku: "Encumena Niştimanî ji destpêkê ve daxwaza diyalogeke bi vî awayî dikirin. Lê tekez kir ku merca yekem ewe ku Beşar Esed û tîma wî here."
Wezareta derve ya Rûsya berya demekê ragehand ku Laverov wê çawayiya cîbicîkirina plana Kofî Enan ya Cinêvê bi serokê Encumena Niştimanî ya Sûrî re gotûbêj bike.
Xendan
