Guftûgoyên PYD û ENKSê li ser 7 xalan didomin
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PYDKS) yê Herêma Kurdistanê û endamê ENKSê Mehmûd Mihemed (Ebû Sabir) derbarê hevdîtinên navbera ENKS û EGRKê de ji Rûdawê re axivî û got: “Berî sê heftiyan di navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de civînek hatibû lidarxistin. Di civînê de lihevhatin li ser 7 xalan çêbiribû. Mixabin ew xal neketin pratîkê û nehatin cîbicîkirin. Em wekî ENKS wê lihevhatinê pîroz dibînin û hêvî dikin ku bikevin di warê cîbicîkirinê de.”
Mehmûd Mihemed behsa wan xalan kir û got: “Her heft xalên ku lihevhatin li ser çêbûyîn ji bo gelê kurd pir baş in û bi taybet jî du xalên giring ên wekî, em hemû gelê xwe diparêzin, li herêmên kurdî ji hemû rengên çekdarî dûr bin û avakirina komîteyên hevbeş.”
Ebû Sabir diyar kir rejîma Sûriyê dixwaze herêmên me jî bêxe leşkerî û cihê leşkera; “Bi baweriya me jî ev wê zererekî mezin bigihîne gelê kurd û ger herêmên kurdî bibin herêmên leşkerî.”
Li ser pirsa lihevkirinin li ser wan xalan hatiye çêkirin, Ebu Sabir got: “Me ew xal şîrovekirine û divê berî wê yekê jî hinek tiştên din bên kirin. Divê danûstandinên me bi hev re berdewam bikin û heta ji bo siberoja Sûriyê û pirsa kurdî bigihin programeke siyasî ya hevbeş. Divê peywendiyên me yên derve jî hevbeş bin. Niha guftûgo û diyalog li ser van xalan berdewam dikin.”
Nûnerê PYDKSê di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Em hêvîdarin ku ev her heft xal bikevin pratîkê, ji ber ev dikeve xizmeta gelê kurd de û wê bibe gavek ji bo yekrêziya gelê Kurd. Em wekî ENKS di wê baweriyê de ne ku xortbûna şoreşa Sûriyê bi aştiyane û xortbûna pirsa kurdî jî bi yekbûna me ye.”
Derbarê pirsa gelo ev xal bûne biryar an tenê nîqaş li ser hatine kirin, Mehmûd Mihemed got: “Me li ser nîqaşkiribû û lihevhatinek hebû. Ev lihevhatin bi ragihandina herdu encûmenan bû, niha jî diyalog li ser bingehê wê yekê tê kirin û em bi hêvîne ku wê di demekî nêzîk de daxuyaniyek hevbeş derbikeve.”
Mehmûd Mihemed anî ziman ku wan li ser 7 xalan lihevkiriye û got: “Lê ne ENKSê û ne jî Meclisa Gel ew xal erê nekirine. Daxwaza me ew e ku ji aliyê herdu encûmenan ve bê erêkirin û ji bo bibe bingeheke ji bo diyalogê.”
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê derbarê hevdîtina ENKS, PYD û EGRK ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got: “Hevdîtinên ligel Barzanî li ser bingehê yekrêziya herdu aliyan çêbû û em bi hêvîne ku di warê biratiyê de bi encam bibin. Ji ber cîbicîkirina wan di xizmeta berjewendiyên kurdan de ye.”
Xalên ku berî niha di navbera PYD û ENKSê de lihevhatin çêbûyîn evin; “Dirûstkirina lijneyeke derve ku bikare nûnertiya herdu encûmenan bike, piştgirîkirina şoreşê, hilweşandina rejîmê û rejîmeke demokrat bê, li dijî çekdarkirina herêmên kurdî, avakirina komîteyên hevbeş, komîteyên parastina welatiyan bê çek, komîteyên bilind ji bo çavdêrîkirin û parastina gel bên avakirin û em bikarin bi hev re kar û xebatên xwe bimeşînin.”
Rudaw
