“Civata Asayişa Herêma Kurdistanê destûrî ye”
Muayed Teyib ji AKnewsê re daxuyand ku avakirina wê civatê li gorî fermaneke Serokatiya Herêmê bû ku bi awayekî yasayî heye û di destûrê Iraqê de jî hatiye.
Teyib ronî kir ku Civata Asayişê ji çend saziyan pêk tê ku berê hene û avakirina civatê tenê ji bo rêkxistina wan saziyane ku bi hebûna rewşa herêmê aram bûye û aboriya herêmê pêşve diçe.
Teyib bal kişand ku karên wê civatê karekî siyasî ye dijî çalakiyên rêxistinên terorîstî û her karekî dijî ewlekariya herêmê.
AKnews
