• Saturday, 07 February 2026
logo

Teyîb: Tu civînek navbera me û hevpeymaniya niştimanî de pêk nehatiye

Teyîb: Tu civînek navbera me û hevpeymaniya niştimanî de pêk nehatiye
Berdevkê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî, Mueyed Teyîb, diyar kir, tu civîn û diyalog navbera hevpeymaniya Kurdistanî û hevpeymaniya niştimanî ya Iraqê de nîne.

Mueyed Teyîb, di bersiva nûçeya rojnameya Sebah a nîvfermî ya Iraqê de, ku ragihandibû ‘di demek nêzîk de dê hevpeymaniyên Kurdistanî û niştimanî bicivin’, ji AKnewsê re axivî.

Teyîb, diyar kir, heta niha endam û aliyên endamê hevpeyamaniya niştimanî li ser projeya reformê li hev nekirine ku dixazin bi rêvebiriya kurd re jî parve bikin.

Mueyed Teyîb, got, tu mijarên gelekî girîng hene ku aloziya niha ya welêt çareser dike; ya yekê, divê sîstema demokratîk û federal a welêt bê parastin û hikûmet li ser bingeha parvekirina dadmend a desthilatê bê avakirin û wiha doman:

Ya duyem jî ew e ku hemû dosya û nakokiyên asê yên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin.

AKnews
Top