Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Mehmûd Meşhedanî kir
Li hevdîtinê de di derbarê karubarê giştî û pêvajoya siyasî û demokratî û ew tengasiyên ku dûçarî Iraqê bûne danustandina bîr û ramanan kirin. Her li vê hevdîtinê de her du alî tekez li ser pêwîstiya cîh bi cîh kirina bendên destûr û wan peymanan kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke rîşeyî ji bo wan tengasiyan li navbera kutleyên siyasiyan hatiye îmza kirin.
