Li Efrînê bombardiman û 2 jinên Kurd birîndar bûn
Her weha hatiye ragehandin ku li navçeya Ezazê ya nêzîkî navçeya Efrînê, şer di navbera hêzên artêşa rêjîma Sûriyê û artêşa Sûrî ya azad de qewimiyê û dema grûpên artêşa azad sînorên navçeya Efrînê derbas kirine, balafirên şer ya cura helîkopter ên rêjîmê navçeya Şêrawa bombardiman kirine.
Her weh balafirên şer yên rêjîma Sûriyê li ser rêya navbera Heleb – Efrînê otombêleke nefer hilgir kiriye armanca xwe lê hîna encamên wê nehatiye zanîn.
Hêjayî gotinê ye eve roja duyeme li navçeya Şêrawa ya ser bi bajarê Efrînê helîkopterên şer yên artêşa rêjîma Sûriyê bombardiman dikin û kareba û xetên telefonê jî hatine birîn û hîna şer berdewame.
Xendan
