Birayê Nadir Nadirov koça dawî kir
Qadirê Keremê Hecî Nadir nava hefteyê li Çîmkentê hate definkirin. Qadirê Kerem birayê mezin ê Nadir Nadirov bû û 86 salî bû.
Piştî vegera Nadir Nadirov ji ser Cenazeyê birayê xwe, li Alma Atayê komek rewşenbîr serdana wî kir û sersaxî lê kirin.
Serokê Kurdên Kazakistanê Kinyazê Îbrahîm û kesayetiyên naskirî yên mîna Mihemedê Mecîdê Mihê, Ezîzê Ziyo Bedirxan û Şîrîn Elî serdana mala Nadirov kir û xemgîniya xwe anî ziman.
Li hêla din Kinyazê Îbrahîm li ser Assasiatiya Kurdên Kazakistanê, di rojnameya Kazakistanskaya Pravda/Pravdaya Kazakistanê de sersaxiya malbata Nadir Nadirov kir.
Şayanê gotinê ye ku malbata Nadir Nadirov sala 1937-ê, ji Herêma Nexçîvanê ji hêla Stalîn ve sirgunê Kazakistanê hatibûn kirin. Ji bilî sirguna 1937-ê ku kurdên misilman ji Nexçîvan û Ermenistanê hatibûn sirgunkirin, sala 1944-ê jî kurdên misilman ên li Gurcistanê jî ber bi Asyaya Navîn, welatên Ozbekistan, Kirgizîstan, Turkmenistan û Kazakistanê ve hatibûn sirgunkirin.
Di sirguna ku bi qaseyên makîneyên heywanan û vagonên bar a trênan bi qasî du mehan ajot de, bi sedan kurd di riyan de telef bûn, cendekên wan li çol û beyaran hatin avêtin û gelek malbat ji hev qetiyan û hev winda kirin.
Rudaw
