• Saturday, 07 February 2026
logo

Duhî li Sûriye 82 kuştî hebûn

Duhî li Sûriye 82 kuştî hebûn
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihandin ku duhî, li Sûriyê 82 kes ji ber bombebaranê û di xwepêşandanên li sertaserî Sûriyeyê de hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Dêrazorê, derdora Şamê Deraa û Îdlibê 82 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Herwiha li gor çalakên şoreşê bajarê Hemayê ji duhî ve tê bombebarankirin û li derdora Şamê jî êrişên tund hene.

16 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 16 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top