• Saturday, 07 February 2026
logo

Mistefa: Kurdistan dikare sûd ji pêşkeftinên Hindistanê werbigire

Mistefa: Kurdistan dikare sûd ji pêşkeftinên Hindistanê werbigire
Sefîrê Hidistanê yê Îraqê Sorêş Rêdî, duhî li Hewlêrê, serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdsrekê de, her du aliyan behsa xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Hindistanê de kir.

Sefîrê Hindistanê yê Îraqê armanca serdana xwe a bo Kurdistanê eşkere kir û got ku, Hidistan dixwaze di warê aborî, bazirganî û kulturî têkeliyan digel Kurdistanê bibeste û di bernameyê hikûmeta Hindistanê de ye ku di demek nêzîk de civata bazirganî û pîşesazî li Kurdistanê veke û ji bo vê yekê amadekariyên baş hatine kirin.

Sefîrê Hindistanê ew jî got ku ew dê digel fermangeha têkeliyên derve ji bona zêdetir hevkarî û pêşkeşkirina hêsankariyan bo xwendekaran, bazirgan û nexweşên ji bo çareseriyê sefera Hindistanê dikin, bi cidî bixebitin

Felah Mistefa destxweşî li biryara hikûmeta Hidistanê kir û di axavtina xwe de îşaret bi aramîya rewşa Kurdistanê kir û got:
- Bi xêra wê rewşa aram û îstîqrara li herêma Kurdistanê heye, bizaveke avadanî, bazirganî û aborî a çalak heye. Kompanî û seramyerarên welatê Hindistanê jî dikarin sud ji derfetên Kurdistanê werbigirin û beşdariyê di pirosesa avadankirian Kurdistanê de bikin.

Mistefa got ku, ew dixwazin welatê Hindistanê nûneratiya xwe li Kurdistanê veke:
- Welatê Hindistanê di gelek waran de pêşkeftî ye û herêma Kurdistanê dikare sûd ji wan pêşkeftinan werbigire.
Top