• Saturday, 07 February 2026
logo

Walîtiya Amedê mîtînga BDP û KCDê qedexe kir

Walîtiya Amedê mîtînga BDP û KCDê qedexe kir
Walîtiya Amedê destûr neda mitînga 14’ê Tîrmehê ya li Amedê bê li darxistin. Hevseroka KCDê Aysel Tugluk derbarê qedexeyê de got: “Ji bo me rewatiya biryara qedexeyê tuneye.”

Walîtiya Amedê duh di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku komîteya amadekar ya 7 kesî ji bo mîtînga 14ê Tîrmehê pêşniyar kirine ku li Qada Îstasyonê mitîngê pêkbînin de wiha hate gotin: “Li gorî xebatên îstîxbaratî, hemwelatiyên me xelet têne agahdar kirin, hewl didin gelê me derxînin kolana, hemwelatiyên me û erkdarên me yên ewlekariyê bînin beramberî hev. Herwiha komê illegal yên ku gel teşebûs dikin ku tevlî çalakî û şahiyên neqanûnî. Li aliyê din jî di derbarê mitînga mijara gotinê, nûçeyên ji aliyê hinek derdor û weşanên çapemeniyê ve hatine kirin behsa gotinên ‘berxwedan-pevçûn’ hatine kirin, cih dide bangên hasten dijminahî, nefret û kînê di navbera hemwelatiyê me de.”

Hevseroka KCD Aysel Tûglûk jî derbarê qedexekirina mîtînga Amedê de got: “Hewldana qedexekirina Mitînga 14’ê Tîrmehê ya ji aliyê Walîtiyê ve, qet rewatiyek wê tuneye. Gelê me dê xwedî li tekoşîna xwe ya birûmet derbikevin û dê vê qedexeyê jî derbaz bikin.” Tûglûk eşkere kir ku, AKP’ê weke ku di Newrozê de çêbûyî dê winda bike.

Aysel Tûglûkê destnîşan kir ku, hikumeta AKP’ê di Newrozê de jî ketibû heman kêmasiyê û wiha got: “Lê belê bi berxwedanekî gel ya bilind qedexeya Newrozê hate derbazkirin û bê wate bû. Di vê mitîngê de jî û di 14’ê Tîrmehê de jî gelê me dê vê bike. Rewatiyek danîna pêşiya vîna gel tuneye. Em li dijî vê gelê xwe vedixwînin helwest girtinê.”
Top