• Saturday, 07 February 2026
logo

Exxon Mobil Çendîn Kompaniyên Din Dişîne Kurdistanê

Exxon Mobil Çendîn Kompaniyên Din Dişîne Kurdistanê
Li gorî raportekî Malpereke Amerîkayî, piştî hatina kompaniya Exxon Mobil bo Kurdistanê bi mebesta hêlbirîna petrolê, çendîn kompaniyên din yên navnetewî dixwazin li Kurdistanê de dest bi hêlbirîna petrolê bikin.

Malpera sking alfa ya Amerîkayî ev yek eşkere kiriye ku, kar kirina kompaniya Exxon Mobil li Kurdistanê de dikare bibe sedema guhertina nexşeya Deverê û herwiha dibe sedema vê yekê jî ku, kompaniyên din bawerî bidin xwe daku, li Kurdistanê de dest bi hêlbirîna petrolê bikin.

Malpera han ev yek jî eşkere kiriye ku, heta niha Serokê Amerîkayê bersifa nameya Serokwezîrê Îraqê ya bo vê yekê ku, nabe Exxon Mobil li Kurdistanê de kar bike nedaye.

Kurdistantv
Top