• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî Civata Asayîşa Netewî Ya Kurdistanê Ragihand

Serok Barzanî Civata Asayîşa Netewî Ya Kurdistanê Ragihand
Evro bi merasimeke fermî bi beşdariya Serokê Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê, civata Dadweriya Kurdistanê û hijmareke din ya Rayedarên Kurdistanê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi fermî civata asayîşa netewî ya Kurdistanê ragihand.

Di destpêka vê merasima han de Serok Barzanî peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya li hember damezrandina vê civata han diyar kir û spasiyên xwe jî pêşkêşî tevahiya dezgehên asayîşî û ewlekarî yên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji tevahiya dezgeh û aliyên peyvendîdar yên di warê ewlekarî de kir daku, bi her awayî hewl bo dabîn kirina ewlekariyeke baştir bo her takekî Kurd bidin.

Piştî bi dawî hatina gotara Serok Barzanî, Şewirmendê civata asayîşa netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, ji bo parastina asayîş û ewlekariya Kurdistanê me gelek hewlên cidî dane û vê emê di hewldanên xwe de berdewam bin, jiber ku, ewlekarî û tenahiya Kurdistanê bûye sedema vê yekê ku, Kurdistan li Îraqê de weke Devereke aram û biewle were nasîn.
Top