Nêçîrvan Barzanî: Divê desthilata dadweriyê bêteref be û ji maytêkirinên siyasî dûr be
Di civînê de ku, wezîrê navxweyî, wezîrê edaletê yên herêma Kurdistanê û serokê dozgeriya giştî amadebû, rewşa dadweriyê (edaletê), desthilata dadweriyê , karûbarên mehkemeyên Kurdistanê û dabînkirina pêdawîstiyên wan û çewaniya çareserkirina pirsgirêk û giriftariyên dikevine pêşiya karûbarên saziyên edaletê hatin gotûbêj kirin û nirxandin.
Çewaniya beştirkirina karên saziyên dadweriyê û mehkemeyan mijareke din a civînê bû di vî warî de konseya dadweriya Kurdistanê daxwaz ji civata serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir piştevaniya xurtkirina mehkeman û edaletê li herêma Kurdistanê bikin.
Di civînê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axavtinek kir û wî di axavtina xwe de got:
- Rewşa edaletê û mehkemeyan li herêma Kurdistanê pêwîstî bi reorganîzekirinê heye. Armanc ji vê civînê jî ewe ; çewa bikarîn saziyên dadweriyê bi awayekî rêkûpêk û bêteref aktîv bikîn ku, hemû hevwelatî rêz û hurmetê jê re bigirin.
Serokê hikûmetê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bi her awayî pişevaniya desthilata dadweriy li herêma Kurdistanê bike:
- Em bi cidî kar ji bona piştgiriya desthilata dadweriyê dikin. Divê desthilata dadweriyê li herêma Kurdistanê bêteref be û ji maytêkirinên siyasî dûr be. Çênabe tu alî destê xwe bixin nav karûbarên mehkemeyan û desthilata dadweriyê, ji ber ku, bingehê her welatekî serweriya qanûnê û rêkûpêkiya mehkeme û desthilata dadweriyê ye.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku, hikûmeta herêma kurdistanê piştgiriyê li vekirina akademiya dadweriyê û rasvekirina qanûna dadweriyê dike. Serokê hikûmetê li ser çend daxwazên konseya dadweriya Kurdistanê razî bû weke; avakirina avahiya konseya dadweriyê û avakirina avahiyên mehkemeyan li Germiyan, Pîremegrun, Soran, Amêdî û teyînkirina karmendên pêwîst bo wan mekhemeyan biryar hat giertin.
Biryar hat dan ku, koordînatoreke di navbera serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û konseya dadweriyê li herêma Kurdistanê bê destnîşan kiirn.
