Çar penaberên kurd devê xwe dirûn
Li gor rojnameya almanî Süddeutsche Zeitung, ew çar penaber beşek in ji komeke mezin a penaberên ji Îranî li kampa bajarê Wartburgê, ku ji Adara îsal ve ji ber xerabiya tevgera berpirsên kampê ketine grevê û çend roj in jî bi rêya daxuyaniyekê, ku li ser tevna civakî Facebookê belav kirine, asta gireva xwe bilindtir kirine û kirine gireva birçîbûnê.
Penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê di wê daxuyaniyê de dibêjin: “Em hejmarek penaber in ku li bajarê Wartburgê li parêzgeha Bayernê dijîn û me berê xwe daye vî welatî, daku jiyaneke baştir bijîn. Lê vêga em hatine neçarkirin ku hewara xwe bigihînin grêva birçîbûnê. Me ji 19ê Adara 2012yê ve dest bi grevê kiriye û em desthilatdarên Almanyayê tometbar dikin ku sozên xwe neanîne cih û rewşa jiyana me baştir nekirine.”
Yek ji reveberên vê grevê bi navê Suhêl got ku penaberên di grevê de devê xwe dirûtine û got jî ku penaber berdewam dibin li ser grêva birçîbûnê û penaberên din jî hene ku amade ne devê xwe bidirûn. Penaber dilgiran in ku hatine neçarkirin bi kom di odeyeke biçûk de bijîn û herwiha daxwaz jî kirine ku ji niha û bi şûn de rê bidin wan ku kar bikin heta ku bersiva daxwaza wan a mafê penaberiyê tê dayîn.
Li gor statîstîkên fermî, di pênc mehên destpêkê yên 2012yê de 23 hezar kesan daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kirine û pirraniya wan jî xelkê Îraq, Îran, Afghanistan û Serbiyayê ne.
Rudaw
