Serok Mesûd Barzanî bi Mezlûm Ebdî re civiya
Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Sibatê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de giranî hat dayîn ser cîbicîkirina rêkeftina bi Şamê re û misogerkirina mafên Kurdan di destûra nû de.
Di hevdîtinê de, her du aliyan bi hûrgilî behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê danûstandina bîr û ramanên kirin.
Serok Mesûd Barzanî di civînê de daxwaz kir ku hem HSD û hem jî hikûmeta Sûriyeyê pabendî cîbicîkirina hemû xalên rêkeftinê bin û herwiha hevahengiyê di nava hemû aliyên Kurdî de hebe, ku di qonaxên bê de xebat werin kirin da ku mafên gelê Kurd li Sûriyeyê di destûra nû ya welat de bi fermî werin parastin û çespandin.
